Biro: PYD her carekê zêdetir ji mafê netewî yê Kurd dûr dikeve
Duh li bajarê Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê civîna Desteya Damêzrêner a sîstema Yekîtiya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê birêve çû, tê de navê sîstemê hate guhartin û peyva “Rojava” ji nave wê hate avêtin û bû “Sîstema Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê”
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro beşdarî bernameya “Basî Roj” bû û ragihand got: “Daxuyaniya dawiyê ya sîstema federalîzma Bakurê Sûriyê cihê mixabiniyê bû, ku dikarim du xalên sereke jê derxînim, ya yekem aşakerebûna devjêberdana ji mafê netewî ya kurd e. ya duyem jî ew e, ku giraniyek hate ser milê ENKSê li hember rêjîm û opozîsyona Sûriyê, ku aliyê din yê Kurdî nema tiştekî netewî dixwaze.”
Herwiha Biro got: “Me nerazîbûne li ser nêrîna opozîsyonê kiribû, ku di belgeya kongreya Riyazê çê bûbû û li civîna ondonê hate xwendin, tevî ku xaleke aşkere tê de bo mafê netewî yê Kurd tê de heye, lê hin xalên din hebûn me ew qebûl nekiriye, îro PYDê bi vê ragihandina Bakurê Sûriyê, ji hemû aliyên opozîsyonê re da xuyakirin, ku ew tiştekî bo mafê Kurdî yê Netewî naxwezin.”
Biro amaje kir û got jî: “PYDê bi vî karî kar, xebata û qurbaniya bi dehan salan û giriyê li ser bihevgirêdana deverên Kurdistana Sûriyê, PYDê ew tişt hemû têk da. PYDê taybetmendiya Kurd li Sûriyê di nava hemû pirsên din de heland”
Biro got. “Her karekî navdewletî tê kirin, PYD karekî dike. Dema Cenêv 2 hat lidarxistin, PYDê Rêveberiya Xweser ragihand, gava Cenêv 3 çê bû ferderalîzma Roja û Bakurê Sûriyê ragihand, niha dema rûniştina Mosko çê bû û berve civînên Astanayê diçe, PYDê federalîza Bakurê Sûriyê ragihand.”
Biro amaje bi wê yekê kir ku ev gavên PYDê di demekê de tên da ku her ji mafê netewî dûr bikevin û got: “PYDê bi xwe jî îro got ku ew ji pirsên navdewletî, hemû alî wan dûr dixin, loma berî her gavekê sîstemekê radigihînin, da ku dev ji mafên netewî berdin.”
K24
