Daiş gefan li Awropa dike
Ajansa Ruyterz aşkere kir; ew gef di wî demî da hatin, piştî desthilatdarên Awropa rêkarên emnî piştî êrîşa barhilgir li Berlînê çir kirin, ya ku 12 kesan têda jîyana xwe ji dest dan.
Kenalê Naşir ya piştevanîya Daişê dike, nameya wê rêxistinê li ser tora înternêtê belav kirîye, wêneyên terorîstên wan bi çek û kêr û babanuêl û zengil di gel da bûn.
Di nameya wan da bo alîgrên wan li Awropa hatîye; aheng, komvebûn, markêt, şanogerî, malên sînemayê û bingehên bazirganî, hemû armancên wane.
War.tv
