• Monday, 23 February 2026
logo

Kurdekî êzîdî: 2 kurên min hebûn, yek DAIŞê revand yê din jî PKK!

Gulan Media December 29, 2016 Nûçe
Kurdekî êzîdî: 2 kurên min hebûn, yek DAIŞê revand yê din jî PKK!
Serokê encumena bajarê Şingalê dibêje, min ji koçberekî êzîdî pirsî tu çima venagerî ser warê xwe? got, du kurên min hebûn yek ji aliyê DAIŞê ve hat revandin yê din jî ji aliyê PKKê ve!

Hebûna PKKê li devera Şingalê bûye asteng li pêşiya xelkê Şingalê, yên ku ji ber hovîtiyên DAIŞê ji mal û warê xwe koçber bûne.

Serokê encumena Şingalê, Weys Nayîf ji malpera fermî ya PDKê re behsa çîroka tal a kurdekî êzîdî kiriye ku mîna bi hezaran êzîdiyên din ji ber şerê DAIŞê koçber bûye.

Weys Nayîf gotiye, min ji koçberekî êzîdî, ku xelkê bajarokê Sinûnê ye, pirsî, tu çima venagerî ser warê xwe? di bersiva min de got, ma ezê çawa vegerim? 2 kurên min hebûn yek ji aliyê DAIŞê ve hat revandin yê din jî ji aliyê PKKê ve!

Serokê encumena Şingalê her wiha gotiye, PKK bi piştgiriya hikûmeta Iraqê li Şingalê bicîh bûye, eger hikûmeta Iraqê piştgiriya wan nekiriba niha ew li Şingalê nemabûn. Eger PKK ji Şingalê dernekeve xelkê Şingalê nikarin vegerin ser war û malên xwe û carek din koçber dibin.

Wî berpirsê êzîdî daye xuyakirin ku PKK niha li Şingalê hêza xwe zêde dike û her ku diçe cihê piyê xwe qahîm dike, ev jî nayê qebûlkirin. PKK mecbûr e li Şingalê derkeve.

Basnews
Top