• Monday, 23 February 2026
logo

Li Dêrsimê 2 leşker û 2 PKKyî canê xwe ji dest dan

Gulan Media December 29, 2016 Nûçe
Li Dêrsimê 2 leşker û 2 PKKyî canê xwe ji dest dan
Li bajarê Dêrsimê pevçûn derket û leşkerekî Tirkiyê û 2 endamên PKKê canê xwe ji dest dan.

Li bajarê Dêrsimê operasyona hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ya li dijî PKKê him ji aliyê asmanî him jî ji aliyê bejahî ve berdewam dike. Di çarçoveya operasyonê de îro danê nîvro li gundê Atadogduyê navbera endamên PKKê û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de pevçûnek dijwar derket.

Li gor zanyariyan di encamê de leşkerekî Tirk û 2 endamên PKKê canê xwe ji dest dane.

Operasyonên hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê berdewam dike.

K24
Top