• Monday, 23 February 2026
logo

Amerîka gotinên Erdogan bi pêkenîn navkir

Gulan Media December 29, 2016 Nûçe
Amerîka gotinên Erdogan bi pêkenîn navkir
Wezareta derve ya Amerîka tometên serok komarê Tirkîyê li dor piştevanîya hevpeymanîya navdewletî bo grubên terorîstî li Sûrîyê retkirin, û ew daxuyanî bi pêkenîn bi nav kirin.

Mark Toner, peyvdarê wezareta derve ya Amerîka ragehand; hevpeymanîya navdewletî bi serkêşîya Amerîka çi piştevanî li yekîneyên parastina gel YPGê û PYDê û li çi grubên terorîstî li Sûrîyê û Daişê nekirine, gotinên Erdogan jî çi rastî bo nîne.

Receb Tayib Erdogan, serok komarê Tirkîyê doh ragehand bû; welatên rojava sozên xwe li Sûrîyê bicîh ne anîne, hevpeymanên Enqere jî bi piştevanîya grubên terorîstî û ji wana Daişê sûçbar kiri bûn.

Erdogan gotê bû; hêzên hevpeymanîya Navdewletî û bi mixabinî ve pêgîrîyê bi sozên xwe nake.

War.tv
Top