• Monday, 23 February 2026
logo

Parlamentereka HDPê: Melayekî tirk digot endamên HDPê kafir in û kuştina wan vacib e!

Gulan Media December 29, 2016 Nûçe
Parlamentereka HDPê: Melayekî tirk digot endamên HDPê kafir in û kuştina wan vacib e!
Parmantereka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibêje, melayekî li Stenbolê gotiye endamên HDPê kafir in û kuştina wan jî vacib e!

Li gorî medyaya Tirkiyê, di civîna duh ya Komîsyona Qanûnê ya parlamentoya Tirkiyê de, parlamentera HDPê ya Stenbolê Hûda Kaya, ku endama komîsyonê ye jî, tiştek sosret eşkere kiriye û ragihandiye, li Stenbolê melayekî di nimêja îniyê de daxwaz ji xelkê kiriye ji xwe re çekan bikirin û xelk li dijî HDPê gij kiriye.

Wê parlamentera HDPê, ku kesek îslamî û dîndar e û ser û rûyê xwe dipêçe, daye zanîn ku wî melayî gotiye, endamên HDPê kafir in û kuştina wan jî vacib e. Min ji xwe re çekek kiriye hûn jî bikirin ji ber ku li derdora me tijî endamên HDPê ne.

Hat gotin ku di civîna komîsyonê de parlamenterekî CHPê piştgirî daye wê parlamentera HDPê û gotiye, ev der Tirkiye ye tiştên wiha dibe. Lê parlamenterên AKPê guman ji rastiya gotinên wê kirine.

Basnews
Top