• Monday, 23 February 2026
logo

Qonaxa duyem a şerê azadkirina Mûsilê dest pê kir

Gulan Media December 29, 2016 Nûçe
Qonaxa duyem a şerê azadkirina Mûsilê dest pê kir
Artêşa Iraqê dest bi qonaxa duyem a şerê azadkirina Mûsilê kir. Hêzên Iraqî dê ji her çar aliyên bajêr de pêşde biçin.

Navenda enformasiyona şer a artêşa Iraqê ragihand, artêşa Iraqê îro dest bi qonaxa duyem a operasyona Mûsilê kir.

Hat gotin ku dê hêzên Iraqî ji her çar aliyên Mûsilê de pêşde biçin. Ji destpêka şerê azadkirina Mûsilê ve heta niha, 40 taxên bajêr hatine azadkirin.

Li gorî agahiyan, heta niha nêzîkî 2 hezar serbazên Iraqî di şerê Mûsilê de hatine kuştin.

Basnews
Top