Awareyên Mûsilê û Hewîce gihiştin 137 hezar koçberan
Casim Mihemed di beyanekê da ragehand; wezareta wan şîyanên temam hene zêdetir ji sed û bîst hezar awareyan wergirin, plana wan ya niha jî bo hewandina nîv milyon kesane, yên di berdewamîya operasyona rizgarkirina Mûsilê da aware dibin.
Casim Mihemed aşkere jî kir; wezareta wan plana alîkarîyên mirovatî bo hewandin û di hanaçûna awereyan, piştî du mehên operasyona Mûsilê baş gotubêj kirîne, hevkarîyeka baş jî di gel hikûmeta herêmê û rêxistinên navdewletî û kargêrîyên xwecihî hatîye kirin
War,tv
