• Monday, 23 February 2026
logo

Rûsya daxwaz ji YPGê kir: Hêzên xwe ji Helebê derxîne!

Gulan Media December 28, 2016 Nûçe
Rûsya daxwaz ji YPGê kir: Hêzên xwe ji Helebê derxîne!
Berpirsên Navenda Leşkeriya ya Himeimem a Rûsya li Laziqiyeya Sûriyê ragihandin, ku pêwîst e Yekîneyên Parastina Gel li tevahiya wan cihên ku herî dawîn li bakurê bajarê Helebê kontrol kiribûn, paşve vekişin.

Berpirsên rûsî ya Navenda Leşkeriya Himeimemê di daxuyaniyeke rojnmaevanî da destnîşan kirin: “Em rêzê li daxwazên gelê Kurd bo cîbicîkirina xwastekên xwe û serxwebûna xwe ji Sûriyê, Iraqê, Tirkiyê û Îranê digirin, lê belê li wir me hin pabendbûnên navdewletî bi hevbeşên xwe yên navdewletî te hene, û em bi wan re kar ji bo parastina yekîtiya axa Sûriyê dikin.”

Li gorî agahiyan, berpirsên rûsî tekez kirin: “Li ser Kurdan pêwîst em biryarên derbarê derketina wan li hin deverên bakurê Helebê cîbicî bike.”

Wan berpirsên Navenda Leşkeriya Himeimemê dan xuyakirin: Ew biryar piştî çend rêkevtinên navdwletî hatine dan, ku Rûsya li gel çend deweltên herêmî û navdewletî pêk aniye.

YPGê hêzên xwe ji Şêx Meqsûdê derxistibû

Ji aliyekê din ve, çavkaniyekî agahdar duh sêşemî 27ê Kanûna 2016ê ji Rûdawê re aşkere kiribû, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êvariya sêşemiyê, beşek ji hêza xwe ji Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, ku taxeke kurdî ye, paşve vekişand.

Li gorî zanyariyên wê çaknaiyê, YPGê hêzên xwe ber bi herêma Şehbayê vekişandin, ku dikeve bakurê Helebê û di navbera her du kantonên Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê de ye.

Heman çavkaniyê ku nexwest navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re gotibû: “Serkirdatiya Yekîneyên Parastina Gel bi awayekê ji nişka ve biryar daye ku zêdetirî 50 şervanên xwe ji Taxa Şêx Meqsûd ber bi eniyên şer ên li gundewarên bakurê Helebê (herêma Şehba) paşve vekişand.”

Bi gotina çavkaniyê Rûdawê, ew hêzên ku YPGê ji taxa Şêx Meqsûd paşve vekişandin, di havîna îsal de ji cihên din ên Rojavayê Kurdistanê bo vê taxê hatibûn birêkirin, da ku bergiriyê li xelkê taxê bikin.

Rudaw
Top