• Monday, 23 February 2026
logo

Yekgirtû bo PKK û PDKê: Em şerê kurd-kurd red dikin

Gulan Media December 28, 2016 Nûçe
Yekgirtû bo PKK û PDKê: Em şerê kurd-kurd red dikin
Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ragihand, ku ew şerê kurd li gel kurd red dikin û daxwaz ji PKKê û PDKê dike, ku arîşeyên navbera xwe yên li Şingalê bi rêya gotûbêjan çareser bikin. Yekgirtû herwiha destwerdana aliyan di nava karûbarên parçeyên Kurdistanê de jî red dike.

Endamê Encumena Cîbicîkirinê ya Yekgirtûya îslamiya Kurdistanê, Xelîl Îbrahîm di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Em li gel çareserkirina arîşeyên navbera PDKê û PKKê bi rêyên gotûbêj û danûstandinê ne.”

Xelîl Îbrahîm got: “Em hemû çareseriyên serbazî li Şingalê û her devereke din a Kurdistanê red dikin. Nakokiya Kurdî-Kurdî zirareke mezin digihîne gelê me û ti aliyek di wan nakokiyan de serkevtî nîne.”

Îbrahîm destnîşan kir: “Beşdariya hêzên kurdistanî di şerê terorê û bergirî li millet, cihê pêzanîn û rêzgirtinê ye, lê belê em li gel rêzgirtina li hember taybetmendiya her parçeyeke Kurdistanê û nedestwerdana di karûbarên navxweyê hev de ne. Çimu xwedê nexwastî, her bûyereke nexwastî li Şingalê, bandorê li ser cihên din dike û arîşeyan kûrtir dike.”

Ev serkirdeyê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ku nûnerê partiyên îslamiyên Başûrê Kurdistanê di komîteya bilind a amadekariyên ji bo Kongreya Netewî de ye jî, di berdewamiya axavtina xwe de ragihand: “Pêwîst e birayên PKKê û PDKê arîşeyên xwe bi gotûbêjan çareser bikin. Bi zûtirîn dem jî pêngavan bavêjin ji bo sazkirina Kongreya Netewî û diyarkirina stratejîk û asayişa netewyî ya Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê.”

Li ser hebûn û mana hêzên PKKê li Şingalê, arîşe di navbera PDKê û PKKê de derketiye. PKK piştî êrişa DAIŞê bo ser Şingalê û bûyerên piştre, hêzên xwe li Çiyayê Şingalê bicih kir û herwiha çend hêzên din ên ser bi xwe ve li deverê pêk anî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge û Partiya Demorkata Kurdistanê çendîn caran bi fermî daxwaz ji PKKê kirine, ku bi gotûbêj û rêyên aştiyane hêzên xwe ji Şingalê derxîne, lê belê PKK wê yekê red dike û amade nîne ku hêzên xwe ji Şingalê bibe derê.

Ji aliyekê din ve, Amerîkayê jî bi fermî ragihandiye, ku PKK hêzeke terorîstî ye û divê Şingalê vala bike.

Washingtonê daye xuyakirin, ku ti cihê PKKê li Şingalê nîne û PKK li pêşiya avedankirin û vegera xelkê Şingalê bûye astengiyek mezin.

Rudaw
Top