• Monday, 23 February 2026
logo

ŞINGAL – YNK: Em piştevaniya nerîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin

Gulan Media December 28, 2016 Nûçe
ŞINGAL – YNK: Em piştevaniya nerîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin
Cîgirê Berpirsê Şaxê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Mûsilê Kebîr Goran got, ew weke YNK piştevaniya nerîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û her hêzek ku bixwazê bi çek Kurdistanê dagîr bike red dikin.

Cîgirê Şaxê YNKê li Mûsilê Kebîr Goran di dema beşdarîkirin bernameya “Rojev” a Radioya Rûdawê de û derbarê hebûna hêzên PKK li Şingalê de daxuyanî da.

Kebîr Goran li ser mijara vekişandina hêzên bi ser PKKê ve ji Şingalê wiha got:

“Niha çendîn daxuyanî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pkk de hene ji ber wê yekê divê ew pirsa bi rêka diyalogê bê çareser kirin. Ji ber ku Şingal heya niha deverek arîş li ser e û madeya 140ê nehatiye cîbcîkirin. Divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi awayekê aqilane danûstandinê li ser vê mijarê bikin.”

Goran wiha domand: “PKK ji aliyê Amerîkayê ve weke rexistinek terorist tê qebûlkirin. Pêwîst nake li Şingalê rolê werbigre.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner jî derbarê hebûna hêza PKKê li Şingalê de gotibû, hebûna PKKê li Şingalê wek astenga sereke dibînin û divê ti rola wê li Şingalê nebe.

Rudaw
Top