• Monday, 23 February 2026
logo

Îran – Du girtiyên din ên kurd hatin îdamkirin

Gulan Media December 28, 2016 Nûçe
Îran – Du girtiyên din ên kurd hatin îdamkirin
Hat zanîn ku di 2 girtiyên din ên kurd ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê ve hatine îdamkirin.

Malpera Navenda Çalakiyên Mafên Mirov li Îranê (HRANA) ragihandiye, roja 26 vê mehê du girtiyên kurd li girtîgeha bajarê Erakê yê Îranê hatine îdamkirin.

Li gorî agahiyan, ew du girtiyên kurd bi tohmeta bazirganî bi madeyên hişber hatibûn girtin û cezayê îdamê li wan hatibû birrîn.

Navê wan girtiyên ku hatine îdamkirin, ev in: Weliyullah Reşnû û Qudret Îbrahîm. Her du jî xelkê Loristanê bûne.

basnews
Top