Almanya dîsa alîkarî ji Pêşmerge re şand
Konsulxaneya Almanya li Hewlêrê, li ser rûpela xw ya twîtterê ragihandiye, balafirek tijî kereste û pêdiviyên serbazî ji Almanya gihîşte Hewlêrê.
Di daxuyaniya konsulxaneya Almanyayê de nehatiye gotin ew alîkarî kengê gihîştine Kurdistanê lê hatiye ragihandin ku ew alîkarî ji hinek parçeyên yedek yên amûrên serbazî û pêdiviyên nojdariyê pêk hatine.
Heta niha gelek caran Almanya, di çarçoveya şerê li dijî DIŞIê de, çek û alîkariyên serbazî daye Pêşmerge.
