BRÎTANYA – 3 kurd bi tometa endamtiya DAIŞê hatine girtin
Roja 23ê Kanûnê, li Londonê sê ciwanên kurd hatine dadgehkirin. Dadgehê bi tometa pêwendiya ligel DAIŞê ciwanên kurd weke tawanbar nasand.
Hate gotin, ku van kesan pêwendî bi DAIŞê ve kirine û xwestine herin nav vê rêxistinê. Biryare piştî çend mehên din biryara dadgehê ya derbarê her sê tometbaran de bê eşkerekirin.
Li gorî medyaya Brîtanyayê temenê ciwanan di navbera 19 û 26 salan de ye. Birayê yek ji wan tometbaran çûye nav DAIŞê, lê DAIŞê ew bi tometa sîxûrîkirinê girtine. Ji ber vê yekê jî ciwanê 19 salî poşman bûye.
Dadgehê ev cianê 19 salî tawanbar nasand û eşkere kir, ku wî zaniye birayê wî çûye nav DAIŞê lê agahî nedaye dezgehên pêwendîdar.
Herwiha hatiye sepandin, ku her du ciwanên xwestine çalakiyên terorîstî bikin.
Xizmê yek ji wan ciwanan agahdarî daye polîsan û gotiye, ku plana wan heye bibin endamên rêxistinên terorîstî.
Xizmê ciwaneke din jî eşkere kiriye, ku yek ji ciwanan gotiye diçim canê xwe dikim goriyê xwedê.
Rudaw
