• Monday, 23 February 2026
logo

Lêjneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê: PKK wisa dike Tirkiye li Kurdistanê bide

Gulan Media December 27, 2016 Nûçe
Lêjneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê: PKK wisa dike Tirkiye li Kurdistanê bide
Endamekî parlamentoya Kurdistanê dibêje, hebûna PKKê li deverên sînorî yên Kurdistana Başûr bûye sebeba derketina aloziyan her wiha wisa dike Tirkiye Kurdistanê bombebaran bike.

Parlamenterê Kurdistanê û endamê Lêjneya Navxwe ya parlamentoyê Merdan Xidir ji BasNewsê re got, PKKê li deverên sînorî yên Kurdistana Başûr bi dehan gund dagîr kirine û niha jî dixwaze cihê xwe li wan deran fireh bike. Xalên pişkinînê daniye û bac û serane ji xelkê distînin.

Merdan Xidir her wiha got, PKK ji bilî wê ku li Şingalê xelk tengav kiriye, nahêle saziyên sivîl û xêrxwazî jî derbasî gundan bibin û alîkariya xelkê bikin. Hikûmet jî nikare wan gundan avedan bike.

Wî parlamenterê Kurdistanê da xuyakirin ku PKKê behane daye destê Tirkiyê da ku Kurdistanê bombebaran bike û got, ev rewş dê heta dûmahîka wiha nemîne.

Basnews
Top