Li Xurmatûyê du welatiyên din yên Kurd hatin kuştin
Li gorî zanyariyên berdest, ji aliyê çend çekdarê nenas ve li taxa Eskerî ya Xurmatûyê de gule li kur û bavekî kurd hat reşandin.
Li gorî çavkaniyên herêmê, çendîn care bi sedemên ne diyar ji aliyê kesên ne diyar ve welatiyên kur dli bajarê Xurmatûyê têne kuştin. Jêderî eşkere kir ku: "Kur û bavê kurd û xelkê taxa danzdeh îmam yê bajarê Xaneqînê ne û di encama gule berdanê de kurê bi navê Nûrî Sebah jiyana xwe ji dest da û bab ji birîndar e."
Taxa Eskerî ya bajarokê Xurmatûyê di bin desthelata Heşda Şeibî de ye û heta niha çend caran bi sedemên ne diyar gule li welatiyan hatiye reşandin bê ku bikêrên wan diyar bin.
