• Monday, 23 February 2026
logo

Nûnerê Şingalê li parlamentoya Iraqê: PKK şerê navxweyî dixwaze!

Gulan Media December 27, 2016 Nûçe
Nûnerê Şingalê li parlamentoya Iraqê: PKK şerê navxweyî dixwaze!
Nûnerê Şingalê li encûmena nûnerên Iraqê amaje bi vê yekê dike ku, tişta PKK (Partiya Karkerên Kurdistanê) dike, hewldane bo şerê navxweyî û dibêje: ‘’Nabe PKK bi vî awayî tevbigere.’’

Nûnerê Şingalê li encûmena nûnerên Iraqê Dr. Macîd Şingalî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK li Şingalê şerê navxweyî dixwaze, eger na wa Amerîka, Ewropa û civaka navnetewî û hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz jê dikin ku Şingalê vala bike, lê guh nade kesekê.’’

Herwaha got, PKK cîhê xwe li başûrê Kurdistanê tuneye û diyar kir: ‘’Hatiye axa başûrê Kurdistanê dagir kiriye, hîn jî gefan dike.’’ Dr. Macîd Şingalî diyar kir, ew karên PKK li Şingalê dike ti encamekî xwe nabin û tek çareseriyek heye ew jî PKK Şingalê vala bike. Herwaha got: ‘’Em PKKê agahdar dikin dest li Şingalê berde, ji ber tişta ku li rojavayê Kurdistanê ji wan re pêkhatiye, li vê derê pêknayê, ev der xwediyê xwe heye, parlamento, hikûmet û saziyên xwe yên ewlehiyê hene.’’

Basnews
Top