Hikûmeta Iraqê agahdarê hewldanên serxwebûna Kurdistanê ye
Parlamenterê PDKê li parlamentoya Iraqê Macîd Şingalî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragehand, ku serxwebûn û damezrandina dewleta Kurdistanê biryarekî nîhayî ye û hatiye dayîn.
Macîd Şingalî ragehand, ku gotûbêj di navbera berpirsên bilind ên herêma Kurdistanê û Iraqê de, derbarê serxwebûna Kurdistana başûr de hatine kirin û Bexda agahdarê hewldanên serxwebûna Kurdistane ye.
Piraniya berpirsên bilind ên herêma Kurdistanê amaje bi vê dikin ku pêwîste bo serxwebûna Kurdistanê û damezrandina dewleta Kurdistanê gotûbêj li gel hikûmeta Iraqê bên kirin.
Piştî şikestanîna dagirkeriya rêxistina terorîst a DAIŞê li navçeyên Kurdistanê yên li sînorê parêzgeha Nînowa, Diyala û Selahedîn û kontrol kirina wan navçeyane ji aliyê hêzên Pêşmerge ve serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand, ku ew cîhên ku hatine girtin xalên sînorî yên Kurdistanê yên dawiyê ne û Pêşmerge ji wan deveran venakşe.
Basnews
