‘PYDê sê welatiyên Efrînê şewitandin’
Bi gotina Hesen Xelîl, birayê Izet Xelîl, ku yek ji hersê kesan e, ragihand ku hêzên ser bi Partıya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ji birayê wî xwestin ku tevlî hêzên wan bibe lê Izet ev yek red kir û lewma wan ew bi zorê birin.
Hesen Xelîl anî zimanligel Izetê Xelîl, hêzên ser bi PYD ew û pismamê wî Mihsin Xelîl û cîranekî wan bi navê Ebdo Mihemed Hebeş bi zorê birin, ji bo leşkeriya neçar û piştre wan bi sedema şewata kon jiyana xwe jidest dan.
Hesen Xelîl red kir ku wan kesan bi sedema şewata kon canê xwe ji dest dabin û daxwaza zelalkirina vê bûyerê dike.
Her yekê ji Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ev bûyer şermezar kir û PYD bi vê yekê tometbar dikin.
Li gorî heman çavkaniyan, roja Duşemê 19.12.2016 sê endamên PDK-S ji aliyê hêzên ser bi PYD ve hatin revandin, û bi sedema şewitandina kon, wan hersê kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rudaw
