• Monday, 23 February 2026
logo

Parlamenterek PDKê: Gereke din a danûstandinên aliyên siyasî destpê dike

Gulan Media December 26, 2016 Nûçe
Parlamenterek PDKê: Gereke din a danûstandinên aliyên siyasî destpê dike
Piştî wan rûniştinên di navbera aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê li ser pêşneyara serokê herêma Kurdistanê pêkhatin, li gor gotinên parlamenterekî PDKê biryare di çend rojên pêş de gereke din a rûniştina destpê bike.

Endamê parlamentoya Kurdistanê yê PDKê Şiwan Şêx Ehmed îro 26.12.2016ê ragehand: ‘’Li ser pêşneyara serokê herêma Kurdistanê ku danîbû pêş aliyên siyasî, gereke din a rûniştinan di navbera wan aliyan de destpê kiriye û gazindên xwe ji hev re kirine.’’

Di wê daxuyaniyê de ku peyamnêrê BasNewsê jî amade bû Şiwan Şêx Ehmed got: ‘’Bi destpêkirina wan rûniştinan ve cemidandinên di navbera aliyên siyasî de heliyan û şerê di navbera saziyên çapemeniyê de hinekê bi dawî bû û naha hêviya çareseriyê di xelkê de ava bûye.’’

Di beşek din ên axaftina xwe de got: ‘’PDKê bê merc dest bi civînan kiriye û merc ji kesekê re jî em qebûl nakin û di sala nû de bi destpêkeke nû ve cîvîn li ser pirsên; çalak kirina parlamentoya Kurdistanê û serokatiya parlamentoyê û serokatiya herêma Kurdistanê bi awayê zelalkirin û çareserkirinê gotûbêj li ser tê kirin û ew pirsgirêkên hatine cemidandin dê neyên hiştin.’’

basnews
Top