• Monday, 23 February 2026
logo

Çalakiyên dîplomatîk yên li Kurdistanê di sala 2016an de

Gulan Media December 26, 2016 Nûçe
Çalakiyên dîplomatîk yên li Kurdistanê di sala 2016an de
Sala 2016an bo Kurdistan û Rojhilata Navîn û herwiha bo cîhanê jî salekî gelek girîng bû.
Di sala 2016an de hevdem li gel Fermandarî kirina şerê dijî terorîstên DIŞIê Serokê Kurdistanê çendîn çalakiyên din yên dîplpmatîkî jî pêk aniye û girîngtirînên wan wisane;
Roja 10-01-2016, Cîgirê Serok Wezîrê Holandayê Lodwijik Asscher, Wezîra Berevaniya Holandayê Jeanine Hennis, Sererkanê Holandayê General Tom Middendorp, Balyozê Holanda li Iraqê Jan Waltmaz û Konsolê Holandayê li Hewlêrê Van Der Zandî ligel berpirsên Kurdistanê civiyan.
Roja 11-01-2016, Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Îtalya yê Iraqê Marco Karlinos û şandeke ligel civiya. Di civînê de biryar hate dayîn, ku tîmeke din ê perwerde û rahênana leşkerî ya îtalî bê Kurdistanê.
Roja 14-1-2016, Nûnerê Taybetî yê hikûmeta Brîtanyayê ji bo karûbarên ewlekariyê yên Rojhilata Navîn û Kurdistanê General Tom Backett û şandeke leşkerî yên brîtanî gihiştine Hewlêrê û ligel Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan.
Roja 21-1-2016, Serokê Herêma Kuridstanê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê ligel Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Lloyd Austin û şanda ligel wî, hevdîtinek pêk anî.
Roja 24.01.2016, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê Stuart Jones kir.
Roja 09.02.2016, Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis ligel berpirsên Herêma Kurdistanê civiya.
Roja 07-03-2016, şandêkî hevbeş ê Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropayê û welatên Grûba 7 û Banka Cîhanê serdana Herêma Kurdistanê kirin.
Roja17-03-2016, Serokî Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hammond kir.
Roja 26-03-2016, Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî Ban Ki Koon û şandeke yawerên wî hatine Kurdistanê.
Roja 05-04-2016, Serokwezîrê H Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, ligel Serokê Nûneratiya Karûbarên Derve yê Kongreya Amerîkayê Îd roys civiya.
Roja 12-04-2016, Wezîrê Berevaniya Fransayê Jean-Yves Le Drian û şandeke pê re serdana Hewlêrê kirin.
Roja 14-04-2016, Serokê Kurdistanê ligel fermandarê nû yê Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê joseph Votel hevdîtinek pêk anî.
Roja 22-04-2016, Serokerkanê hevbeş ê Artêşa Amerîkayê General Joseph Dunford gihişte Herêma Kurdistanê.
Roja 28-4-2016, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokerkanê Artêşa Kanadayê General Jonathan Vance û şandekî li gel kir ku ji hejmarek fermande û şêwirmendên serbazî yê Artêşa Kanadayê pêkhatibûn.
Roja 28.04.2016, Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden, Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya şerê li dijî DIŞIê Brett McGurk û şandeke ligel wan ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kom bûn.
Roja 28.04.2016, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Geşepêdana Tirkiye Cevdet Yilmaz û şandekî li gel kir.
Roja 10-05-2016, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Wezîra Berevaniya Îtalyayê Roberta Pînotî kir.
Roja 11-05-2016, Wezîrê Berevaniya Hungaryayê Istvan Simicsko li Hewlêrê ligel Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya.
Roja 15-05-2016, Wezîrê Îtlaata Îranê Ayetulla Dr Seyîd Mehmud Elewî li Hewlêrê ligel Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Silêmaniyê jî ligel Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa hevdîtin pêk anî.
Roja 12-07-2016, bi amadebûna Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgira Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Elissa Slotkin, di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de yadaştnameyek hate îmzekirin.
Roja 12.07.2016, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Kanadayê Harjit Singh Sajjan û şandekî li gel kir.
Roja 23-07-2016, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandeke balyozxaneya Emerîkayê li Bexdayê civiya û ji ber venexwendina Herêma Kurdistanê ji bo konferansa welatên hevpeymaniya li dijî DIŞIê, rexneyên tund li Waşîngtonê kir.
Roja15-09-2016, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Cigîrê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Tony Blînken kir.
Roja 22-09-2016, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê Michael Fallon civiyan.
Heman rojê Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Joseph Votel û şandeke ligel gihiştine Herêma Kurdistanê.
Roja 23-09-2016, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula Von Der Leyen û Sererkanê Artêşa Almanyayê General Markus Nîp, kir.
Roja 23-10-2016, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter û şandeke ligel kir.
Roja 25-10-2016 Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven civiya.
Roja 03-12-2016, Wezîrê Brîtanî Roy Stîwart serdana Kurdistanê kir.
Roja 10-12-2016, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke general û berpirsên malnişîn ên Amerîkayê kir, ku di sala 1991ê de beşdarê pêvajoya avakirina herêma ewle bibûn.
Roja 11-12-2016 Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter hevdîtinek pêk anî.
17.12.2016 Serokê Kurdistanê bi mebesta pêkanîna çendîn hevdîtin û civînan li gel rayedarên Ewrûpî serdana Ewrûpayê kir.
Roja 18-12-2016, Serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li wezîrên derve yê Belçîka, Holanda û Luksenburgê kir.
Top