• Monday, 23 February 2026
logo

Tirkîyê: Rê nadin Qendîleka din li Şingalê drust bibe

Gulan Media December 26, 2016 Nûçe
Tirkîyê: Rê nadin Qendîleka din li Şingalê drust bibe
Cîgirê serok wezîrên Tirkîyê ragehand; bi çi awayekê rêkê naden Qendîleka din li Şingalê drust be, ew yek jî dê derîyê mîkroban bo Tirkîyê veke.

Weysî Kaynak di prês konfiransekê da ragehand; Tirkîyê rê nade Qendîleka din li Şingalê drust be, hêvî jî xwestin Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bo wê yekê encamekê baş bi destve bîne.

Kaynak aşkere kir; li gorî biryarnameya neteweyên yekgirtî, wan desthilat heye çalakîyên derve yê sînorê wan yên dibine gef li ser welatê wan, jinav bibin.

Got jî; ji ber wê yekê operasyona Mertala Firatê û Qendîlê dest pê kirine, serok komar û serok wezîrên Tirkîyê jî, çendîn caran civata asayîşê haydar kirîye, ew rê nadin Qendîleka li Şingalê drust be.

Kaynak aşkere jî kir; bêgomane Mesûd Barzanî, serokê herêmê erkê xwe di çarçovê sînorên desthilata xwe da bicîh tîne, hêvî jî xwestin Barzanî encamekê baş bi destve bîne û got; eger pêdvî bike supayê Tirkîyê dê ya pêdvî bike.

War.tv
Top