• Monday, 23 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Piştî serê salê bi fermî dest di diyalogê bo serxwebûnê dikin

Gulan Media December 26, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Piştî serê salê bi fermî dest di diyalogê bo serxwebûnê dikin
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, helwesta Tirkiyê û Îranê ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de ne wekî viyana Kurdistanê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê rojeva herêmê de piştî konferansa “Serxwebûna Kurdistanê” ya li Zanîngeha Amerîkî ya Dihukê ji Al-Monitorê re axivî û diyar kir ku Tirkiye hêj ji bo serxwebûna Kurdistanê ne amadeye û Îran jî bêyî nîqaşkirin biryara xwe daye ku li dijî serxwebûnê be.
Nêçîrvan Barzanî derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê de wiha got: “Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de hevkariyeke baş a Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê heye. Piştî 25 salan, cara ewil e ku artêşa Iraqê bi desturî derbasî nav axa Kurdistanê dibe.
Beriya destpêkirina operasyona Mûsilê Amerîka, Kurdistanê û Iraqê li hev kirin. Hinek herêm ji bo kontrolkirina Hêzên Pêşmerge hatin destnîşankirin û herêmên din jî dê ji aliyê artêşa Iraqê ve bêne rizgarkirin. Hêzên Pêşmerge erka xwe pêk aniye û niha li herêmên rizgarkirî dimînin.
Operasyon ji ber du sedeman niha hedî birêve diçe. Sedema yekêmîn ji ber ewlehiya sivîlan e û ya duyemîn jî DIŞI bi awayekê cidî liber xwe dide.”
Barzanî li ser egera metirsiyên ji ber beşdarbûna milîsên şîe yên Heşda Şeibî bo operasyona Mûsilê rû bide wiha got: “Tirkiye ji ber aloziyên di navbera tirkmenên sunne û tikmenên şîe nedixwest Heşda Şeibî derbasî Telaferê bibe. Tişta Tirkiye ji ditirsa rû neda. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Enqere û Bexdayê rê li ber vê yekê girt.”
Şengal û PKK
“Hêzên Rojavayê Kurdistanê di parastina Ezidiyên li Şingalê de rolekî girîng girtin ser xwe. Em jî vê yekê teqdîr dikin. Hebûna PKKê ya li herêmê dibe sedema aloziyan. Hebûna PKKê li vê herêmê pêşiya ji nûve avakirinê asteng e. Xelk nizane ka piştî vegerê dê rastê çi tiştî bên. Xelk naxwaze careke din bikeve nav pevçûnan û lewma ditirsin. Divê PKK ji bo berjewendiya gel ji herêmê derbikeve. Hikûmeta Kurdistanê derbarê vê mijarê de hevdîtin bi Bexda û Washingtonê re kirine. Lê heta niha di vî warî de ti encam jê dernektine.”
Nexşerêya serxwebûnê
“Hikûmeta Kurdistanê naxwaze li herêmê bibe sedema bêaramiyê, berevajiyê vê dema behsa serxwebûnê dike dixwaze pirsa li herêmê çareser bike. Serxwebûna Kurdistanê dê ji bo aramî û ewlehiya herêmê baş be. Herwiha Kurdistanê li gorî modela berê nikare li gel Iraqê berdewam bike. Derbarê serxwebûnê de weke fermî cara ewil min bi Bexdayê re axaft. Min ev mijar bi Serokwezîr Heyder Ebadî û hevpeymaniya şîeyan re gotûbêj kir.
Pêwîst e nexşerêyek bi Bexdayê re hebe. Min ji Heyder Ebadî û hevpeymaniyê şîe re wiha got: Armanca me serxwebûn e. Pêwîst e hûn jî vê mijarê bicidî bigrin. Ew jî li hemberî van gotinên min mat mayî bûn ji bo ku min ev yek bi zelalî anî ziman ez teqdîr kirim.
Herwiha li Herêma Kurdistanê ti partiyên siyasî an jî alî ne li dijî serxwebûnê ne.”
Helwesta Tirkiye û Îranê
“Heçko Tirkiyê ji serxwebûna Herêma Kurdistanê dixwaze re ne amadeye. Lê Tirkiyê welatik girîng e, divê ev mijar bi wê re bê gotûbêjkirin.
Medyaya Îranê jî her tim dibêje Îran li dijê serxwebûnê ye. Helbet divê Kurdistanê vê mijarê bi berpirsên Îranê re jî biaxive. Lê tişta diyar dibe ew e ku wan hêj di serî de biryara xwe dane li dijî serxwebûnê bin.”

Top