Iraq di şerê Mûsilê de tengav bûye, dê ji Pêşmerge daxwaza alîkariyê bike
Parlamenterê kurd li parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah ji BasNewsê re got, eger şerê azadkirina Mûsilê wiha be tê pêşbînîkirin hikûmeta Iraqê daxwaza alîkariyê ji Pêşmerge bike lê ez bawer nakim Pêşmerge bi hêsanî razî bibe.
Şaxewan Ebdullah her wiha got, îro serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serokê bizava Sedir, Muqteda Sedir hevdîtin kirin. Ez bawer dikim yek ji mijarên hevdîtina wan şerê Mûsilê bûye.
Wî parlamenterê kurd, ku endamê Lêjneya Asayişê ya parlamentoya Iraqê ye jî, da xuyakirin ku ew li dû wê ne bizanin ka şerê Mûsilê gihîşt ku û got, helbet hinek tişt hene ku em nikarin ji medyayê re eşkere bikin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, li Mûsilê çekdarên DAIŞê bi tundî li ber xwe didin ev jî bûye sebeba gîrobûna operasyonê, lewma tê pêşbînîkirin ku Heyder Ebadî daxwaza alîkariyê ji çekdarên Sedir û Pêşmerge bike.
Basnews
