• Monday, 23 February 2026
logo

Ji her 4 parçeyên Kurdistanê 30 partiyên kurdan li hev civiyan

Gulan Media December 26, 2016 Nûçe
Ji her 4 parçeyên Kurdistanê 30 partiyên kurdan li hev civiyan
Bi bangewazeke Partiya Demorkata Kurdistanê (HDK ango PDKa Rojhilat), îro 30 partiyên her 4 parçeyên Kurdistanê li baregeha HDKê li navçeya Koye ya Başûrê Kurdistanê civiyan.

Piştî teqînên terorîstî yên şeva Çile (20ê Kanûna 2016ê) li pêşberî baregeha sereke ya Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK), ku bûye sedema şehîdbûna 7 kesan û birîndarbûna 3 kesan, HDKê bangewazek bo lidarxistina civîneke giştî arasteyê 30 partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê kir.

Li ser banga HDKê, îro yekşemî 25ê Kanûna 2016ê, 30 partî û aliyên siyasî yên her 4 parçeyên Kurdistanê li baregeha Polîtboruya HDKê li hev kom bûn.

HDK dibêje, armanc ji rêvebirina vê civînê yekîtî û yekrêziya navbera partiyên Kurdistanê li dijî teqîn û karên terorîstî ye.

HDKê herwiha ragihand, ku belge ketine destê wan ku nîşan didin, teqînên şeva 20ê Kanûna 2016ê, karê Komara Îslamiya Îranê bûne.

Civîna li baregeha HDKê ya li Koyeyê, li pişt deriyên girtî û dûr ji çavên medyayê birêve çû.

Di dawiya civîna îro ya 30 partî û aliyên siyasî yên 4 parçeyên Kurdistanê de daxuyaniyek hat belavkirin.

Partiyên beşdar di civînê de, teqînên şeva Çile (Yelda) yên li pêşberî baregeha Polîtboruya HDKê li navçeya Koyeyê şermezar kirin.

Aliyê beşdar di civîna li Koyeyê de, dilgiraniya xwe li hember çêbûna teqînên terorîstî li dijî baregeha HDKê û di nav axa Başûrê Kurdistanê de, anîn ziman û ragihandin: “Em nîgeranin ku Herêma Kurdistanê bibe meydana kirdarên terorîstî li dijî aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê.”

Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de, her 30 partî û aliyan daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine, ku “rê nede pîlanên terorîstî li dijî aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê li nav axa Başûrê Kurdistanê birêve biçin.”

Rudaw
Top