Bexda parayeke zêde bo kirîna çek veqetand
Endama encûmena nûnerên Iraqê Eşwaq Caf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Du milyar û 300 milyon dolar pare ji aliyê yasayî ve ji budceya giştî ya 2017ê ya Iraqê de hatiye cuda kirin, ku çek bi awayekî deyn ji şîrketeke Çînê bê vergirti, lê di yasaya budceya Iraqê de hatiye nivîsandin ew çekane bo wezareta berevaniya Iraqê û Heşdî Şeibî û saziyên istixbarata Iraqê ye, bi ti awayekê amaje bi Pêşmerge nehatiye kirin, ev jî yek ji xeletiyên mezine, lê ji aliyê din ve fraksiyonên Kurdistanê deng li ser yasaya budceya Iraqê dane.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Li gel vê yekê jî, ji aliyeke din ve deynên Iraqê û pareyê koçberan li budceya Iraqê de hatiye danîn, lê ne pareyê deynan digehe herêma Kurdistanê û ne alîkariya koçberan digehe Herêma Kurdistanê, lê eger Bexda girêdayî yasaya budce be, ew budceya siyasî li herêma Kurdistanê dibin.’’
Basnews
