• Monday, 23 February 2026
logo

Firokeya leşkerî ya Rûsyayê ket

Gulan Media December 25, 2016 Nûçe
Firokeya leşkerî ya Rûsyayê ket
Firokeya Wezareta Parastina Sûriyê ya ji bajarê Soçiyê rabû û ber bi Sûriyê ve diçû ketiye xwarê.

Firokeya ji cûreya “Tupolev Tu-154” ku têde 91 kes hene peywendî pê re qut bûn.

Rayedarên Wezareta Parastina Rûsyayê ragihandin ku balafira bi navê Tupolev Tu-154 piştî ku ji bajarê Soçiyê li gorî saeta herêmî saet 05:20an bi hewa ket li nêzîk bajarê Adlerê dora saet 05:40 ji radarê derket û agahî jê nestandin.

Çapemeniya herêmî diyar kirin ku balafir nêzî bajarê Soçiyê ketiye xware.

Li gorî çapemeniya Rûsyayê rayderarên ku dibêjin firoke dema rabûnê ketiye xware û diyar dikin ku ew ne bawer in kesek bi saxî hatiye filîtîn.

Wezareta Parastina Rûsyayê piştrast kir ku firkoya wan ketiye xwarê û ragihand parçeyên firokeyê bi qasî 1.5 kîlometre dûrî peravê Behra Reş hatine dîtin.

Di firokeya navborî de rayedarên leşkerî, rojnamevan û endamên Koma Muzîkjenên Artêşa Rûsyayê hebûn.
Hat gotin endamên Koma Muzîkjenên Artêşa Rûsyayê ji bo ku konserekê ji leşkerên rûsî yên li bajarê Laziqiyê pêşkêş bikin diçûn Sûriyê.

Rudaw
Top