• Monday, 23 February 2026
logo

Rastiya pêşbîniyên Mesrûr Barzanî piştî du salan ji bo Ewropayê aşkere dibin

Gulan Media December 24, 2016 Nûçe
Rastiya pêşbîniyên Mesrûr Barzanî piştî du salan ji bo Ewropayê aşkere dibin
Piştî derbasbûna zêdetir ji du salan li ser pêşniyarên şêwirmendê encûmena asayîşa Herêma Kurdistnê, Mesrûr Barzanî, bi bûyerên wê dawiyê di Ewropa de rastî û diristiya pêşniyarên Barzanî derkete hole.

Berpirsê peywendiyên derive yê PDK(Partiya Demokrat a Kurdistan) li Facebooka xwe de nivîsek bi nave "Bûyerên vê dawiyê yên Ewropayê îspateke, ji bo dîrokê” bilav kiriye ku:” Di 04.11.2014 de Mesrûr Barzanî bi şandekê ji Kurdistanê(Ku ez bixwe jî li nav şandê de bûm) serdana parlemena Ewropayê kiribû, Barzanî li ber komîsiyona siyaseta derve ya Ewropayê bi amadebûna pitir ji 110 parlementeran û hejmarek ji çavdêr û medyayên Ewropî nirxandineke realîstî li ser rewşa Rojhilata Navîn û pêşhateyên piştî hatina DAIŞê pêşkêş kir.”

Wî berpirsî herwaha aşkere kir ku Mesrûr Barzanî li hemberî komîsiyonê gotiye ku :”Gefa terorê tenê di Rojhilata Navîn de namîne, bandor û karvedanên vê yekê dê bigehe paytextên Ewropayê jî, dive Ewropa û Amerîka zêdetir arîkarî û piştevaniyê bidin wan hêzên ku birastî şerê terorê dikin û dive jêderên hizrên tund ji aliyê leşkerî û ewlehî û fikrî ve bêne hişkkirin ji bo vê pêdivî bi stratijiyeke demdirêj heye û eger Ewropa û rojava wiha dizanin ku mijara terorê tenê di Rojhilata Navîn de dimîne û vê aliyên Ewropî jî bi arîkariyeke şiklî erka xwe vê pêk bînin di şaşiyeke mezin de ne.”

Li gor wî berpirsî pêşbîniyên Barzanî zor bi hûrgilî bûne û li ser esasê agahî û lêkdanên realîstî bûne û bûyerê vê dawiyê yên Berlînê Broksel û şûnên din ên cihanê ku rû dane û egera rûdana wan heye, rastî û diristiya pêşbîniyên Barzanî nîşan dide.

Hêmin Hewramî di dawiyê de aşkere dike ku rêxistina DAIŞê li havîna par ve her 85 demjimêran carekê, li deverên şer yên Rojhilata Navîn de çalakiyên terorîstî pêk anîye cuda li vê yekê jî handerek bûye ji bo"Gurên tenê" ku çalakiyên terorîstî pêk bînin û dibêje ku eger di wî demî de Ewropayê û Amerîkayê li aliyê leşkerî ve arîkarî û hemahengiyeke zêdetir li ser mijara DAIŞ bikirina dibû ku ev babeta metirsiya terora DAIŞ bihatiba kêm kirin.

basnews
Top