Erdogan: Em bi ti awayekê rê ji bo damezirandina dewleta kurdî di rojava de nadin
Di gotara xwe de Erdogan aşkere kir ku wek dewleta Tirkiyê, me projeya xwe heye û em berdewam di gotûbêjan de ne ku navçeyeke aram li ser sînor çê bikin ku penaberan li wir biçih kin.
Di berdewamiya gotinên xwe de dibêje ku ez nizanim ji bo çi li me tê nagehin projeya me diyare, em dixwazin navçeyeke aram li ser sînor çê bikin ji ber ku eger navçeya aram çênebe bajarên me yên ser sînor aram nabin û hemû demê yê bin gefa terorê de bin.
Di beşek din de amaje kir ku eger navçeya aram çê nakin, bila wê demê ji bo me diyar bikin ku dixwazin çi bikin eger dixwazin dewleteke kurdî çê bikin em rê nadin.
Basnews
