• Monday, 23 February 2026
logo

Encûmena wezîran, cejna dayîkbûna Hezretî Mesîh pîroz kir

Gulan Media December 24, 2016 Nûçe
Encûmena wezîran, cejna dayîkbûna Hezretî Mesîh pîroz kir
Di peyamekê de, encûmena wezîrên Herêma Kurdistnê cejna dayîkbûna Hz. Îsayê Mesîh li mesîhiyan pîroz kir.

Di peyama pîrozbahiyê de hatiye:” Îsal cejna dayîkbûna Hz. Mesîh (Ku silavê xwedê lê bin) di demekê de ye ku xweşbextane terorîstên DAIŞ li zor şûnan rastî şikestê hatine û li devereke berfireh yê Kurdistanê û Iraqê hatine derxistin lê belê hêşta cend şûnên din yên xwişk û birayên me yên Mesîhî û pêkhatiyên din di bin siya reş ya terorê de mane û bi sedan hezar kes li xwişk û biryên me yên Mesîhî û pêkhatiyên din mêvanên xelkê Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê ne û di jiyana zehmet a penaberiyê dene.

Di peyamê de herwaha encûmena wezêrên herêma Kurdistnê hêvî xwastiye ku ev cejne bibe cejna vegera aştî û aramî û seqamgiriyê ji bo xwîşk û biryên Mesîhî li Kurdistanê û Iraqê de û di cejna bê de bi serkeftî û serferazî vegerne ser milk û malên xwe.
Top