• Monday, 23 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya ji bo hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh

Gulan Media December 24, 2016 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya ji bo hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê li ser be), germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû xûşk û birayên xweşdiviyên Krîstiyanan li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya cejnekî pir bi xweşî û şadî ji bo wan dixwazim.

Bi sedema êrîşa dirindaneya terorîstan beşeke zêdeyê xuşk û birayên me yên Krîstiyan mal û halê xwe bi cîh hiştine û nekarîne vegerin navçeyên xwe, hêvîdarim piştî têkşikandina terorê û nemana gefan bi bextewerî û bi bawerî vegerin ser mal û halên xwe.

Li vê helkeftê de bi pêwîstî dizanim ku xuşk û birayên me yên Krîstiyanan ji wê yekê piştrast bikim ku Pêşmerge bi xwîna xwe bergiriyê li Kurdistanê kir û xuşk û birayên Mesîhî û pêkhatên din jî parast û navçeyên wan azad kir, Kurdistan jî herdem penageh û palpişta xuşk û birayên Krîstiyan û bihayên pêkvejiyanê dimîne. Li Kurdistanê da tu demekî hizra teror û cûdakariya ol û mezhebî cihê xwe nabê. Em hemû li mirovayetiyê da bira û hevbeşîn û hîç hêz û hizrekî şerxwaz nikarê birayetî û pêkvejiyana me têkbide.

Hêvîdarim ev cejin bibê cihê xêr û bexteweriya we yên ezîz û hemû salek bi aramî û azadiyê da cejna xwe pîroz bikin.

Mesûd Barzanî
24.12.2016




Top