Yek ji leşkerên ku ji aliyê DAIŞê ve hatî şewitandin kurde
Du roj berî naha 22.12.2016ê, DAIŞê şewitandina du leşkerên tirk û dîmenên wê weşandin, ku 01.09.2015 li sînorê parêzgeha Kîlîsê yê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin.
Yek ji wan leşkerane, navê wî Sefer Taş e û temenê wî 22 salîbû û kurdê xelkê Îdirê bû.
Berî naha DAIŞê hin dîmenên Sefer Taş ên bi hevpeyvînekî de belav kiribûn, ku gotibû bixwe kurde û daxwaz û bangevazî li hevserokê PYDê Salih Muslim, hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş û rêberê PKKê Ebdula Ocalan kiribû ku berevaniyê li wî bikin û xwedan li wî derbikevin.
Wî leşkerê kurd ji Selahedîn Demîrtaş re gotibû: ‘’Tu berdewam dibêjî ji bo min tiştê herî giring kurdin, naha jî li ser gotinê xwe be û hewldana rizgarkirina min bi gohertina dîl û êxsîran ve bide.’’
Sefer Taş ji bo serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan jî dibêje, tu li gel zarok û jina xwe di nav rihetiyê de dijî û ez jî naha li hevjîna xwe durim, ji bo parastina sînorê Tirkiyê ez hatime girtin, çima tu berevaniyê li min nakî?
Basnews
