YEKÎTÎ bersiv da PYDê: Em amade ne
Serkirdeyê TEV-DEM û PYDê Aldar Xelîl duh li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, di 14emîn Kongreya Partiya Çepa Kurd li Sûriyê (PÇK-S) de gotibû, divê ENKS dest ji xeta dujinên wan berde û beşdarî şoreşa rojava bibe. Xelî diyar kiribû ku ji bo vê derî ji ENKSê re vekirîne.
Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê(YEKÎTÎ) Hesen Salih ji Rûdawê re ragihand; “Beriya hemû tiştan divê PYD girtiyên siyasî yên di zîndanên xwe de berde. Herwiha dest ji kiryarên xwe berde. Wê demê dê rê ji bo danûstandinan vebe.”
Hesen Salih da zanîn, ku nabe PYD îradeya xwe li ser aliyên din ferz bike û got; “Di vê qonaxa metrisîdar de ev helwest nahêle pirsgirêk bên çareserkirin.”
Salih eşkere kir, ku ew amade ne li ser xeta xwe ya neteweyî danûstandinan ligel TEV-DEM û PYDê bikin.
Rudaw
