Trump: Biryarê encûmena asayîşê ezê bigoherim
Êvariya roja înê 23.12.2016ê encûmena asayîşa navnetewî ya Netewên Yekbûyî bi dengên 14 dewletan ve (Amerîka ne erênî û ne jî nerênî deng neda) biryar da û daxwaz ji Îsraîlê kir, ‘’Bi awayekî lezgîn pêkanîna bicîhkirina cihûyan a li navçeyên sînorî yên di navbera Îsraîl û Filîstînê de rawestîne. ‘’
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyaho bi awayek tund rexne li rêveberiya serokê Amerîkayê Barack Obama kirin û ragehand, ‘’Ne tenê ji ber berevanî li Îsraîlê nekir şikest bidest anî, heman demê de hevbîr bû li gel Netewên Yekbûyî li dijî Îsraîlê.
Serokê helbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ku roja 20.01.2017ê wek serokê nû dê dest bi kar bike û di tora xwe ya civakî twetterê de diyar kir: ‘’Piştî 20ê mehê her tiştek dê bê gohertibe.’’ Ew yek amajeyeke bo veto kirin û red kirina biryarê.
Basnews
