• Monday, 23 February 2026
logo

Mesîhiyên Kurdistanê bi bilindkirina alaya Kurdistanê cejna Kirîsmes pîroz kirin

Gulan Media December 24, 2016 Nûçe
Mesîhiyên Kurdistanê bi bilindkirina alaya Kurdistanê cejna Kirîsmes pîroz kirin
Welatiyên mesîhî yên deşta Neynewa, ku warê wan vê dawiyê ji aliyê Pêşmerge ve hat rizgarkirin, bi bilindkirina alaya Kurdistanê cejna Kirîsmesê (roja jidayîkbûna Hz. Îsa) pîroz dikin.

Ew deverên ku di çarçoveya operasyona Mûsilê de ji aliyê Pêşmerge ve hatine rizgarkirin, êdî bêhina jiyanê lê tê.

Duh xelkê gundê Batnaya yê bajarokê Başîkê yê Kurdistana Başûr, şahiyek li dar xistin û kêfxweşiya xwe li hember azadkirina gund û warê xwe ji aliyê Pêşmerge ve nîşan dan.

Xelkê wî gundî, ku hemû mesîhî ne, bi bilindkirina alaya Kurdistanê cejna Kirîsmesê pîroz kirin û spasiya Pêşmerge jî kirin ku bi saya wan karîne vegerin warê xwe…

Basnews
Top