• Monday, 23 February 2026
logo

Berdevkê HDPê: Kurd li Rojava û tevahiya Sûriyê di xeterê de ne

Gulan Media December 24, 2016 Nûçe
Berdevkê HDPê: Kurd li Rojava û tevahiya Sûriyê di xeterê de ne
Hikûmeta Sûriyê daxwaz ji Yekîneyên Parastina Gel YPG kiriye ku, çeper û cihên xwe teslîmî Artêşa Sûriyê bike. Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen di vî warî de ji Rûdawê re got, dibe ku ji vir şun ve ji bilî Rojavaya Kurdistanê li bajarên din ên Suriyê jî li ser kurdan zordarî zêde bibe.

Bîlgen, li ser pirsa Rudawê wiha axivî:

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen di daxuyaniyeke rojnamevanî de li ser belavbûna hin zanyariyên ku behsa wê yekê dikin, ku Sûriyê ji YPGê xwastiye, taxên di bin kontrola xwe yên li Helebê de teslîmî artêşa wî welatî bike û ji Helebê derkeve, daxuyaniyek da û helwesta partiya xwe li ser vê mijarê anî ziman.


Ayhan Bîlgen li ser pirsyara Rûdawê ya di vê bareyê de ragihand: “Em dizanin ku rejîma Esed û Tirkiye di nav hewleke rasterast a ji bo destpêkirina diyalogê de ne. her çiqas dewleta Tirkiyê vê yekê rasterast bi lêv neke jî, rayedarên Sûriyê û daxûyaniyên ji aliyên sêyemîn ve vê yekê piştrast dikin. Li gorî me ne mimkun e ku êdî Sûriye xwe weke ku qet tiştek nebûye bihesibîne. Lê dîsa li gorî me nayê qebûlkirin ku bi riya şerê navxweyî gelên Sûriyê werin qetilkirin.”

Ayhan Bîlgen amaje bi gefên li ser kurdên li Rojavayê Kurdistanê û tevahiya bajarên din ên Sûriyê jî kir û got, ku di encama nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyê de gef li ser Kurdan zêde dibin û dikevin ber xeterê.

Bîlgen tekez kir, ku dibe li Helebê jî kurd bibin qurbaniyê nêzîkbûn û rêkevtina veşartî ya navbera Tirkiyê û Sûriyê û diyar kir, ku Tirkiye wiha li mijarê dinêre ku di şerê li Sûriyê de tiştek bi dest nexist, lewma hewl dide ku Kurd jî bê destkevt bin.

Berdevkê HDPê nêrîna xwe wiha anî ziman:

“Digel ku berê Tirkiyê digot xeta sor e jî ji vir diyar e ku ev yeka encama erêkirina her daxwaza Sûriyê ya ji aliyê Tirkiyê ve ye.Tirkiyê çewtî û xeletiyên xwe di nîvê rê de hiştin, li holê hiştin. Lê gelo gava ku ev yeka hat kirin li beramberî çi hate kirin? Ji pirsa we jî ev yeka bersiva xwe dibîne. Diyar e ku dê him herêmên kurd lê zêdetir in di bin gefeke mezin de bin û him jî belkî jî tirkiye niha li hin derên din hin gavên din ber bi paş ve diavêje. Belku ne tenê li van deran, yanî ne bi tenê li Rojava û Kobaniyê, belku li Helebê û deverên din ên kurd lê gelek in jî, dê zexteke mezin çêbibe. Ev encama wî şerî ye ku Tirkiyê bi hevkariya Siûdî û hin welatên din ên Kendavê re bi rêve dibir. Lê niha dibêje min ti tişt bi dest nexist, bila kurd jî ti tiştî bi dest nexin. Tablo ev e.

Rudaw
Top