Pûtin: Kurd di şer de pir wêrek in!
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Moskowê bi beşdariya 1437 rojnamevanan û nêzîkî 1000 dezgehên medyayî yên Rûsya û cîhanî kongreya salane ya rojnamevanî saz kir. Tora medyayî ya Rûdawê jî yek ji wan kenalên cîhanî bû ku di konfiransê de amade bû.
Li ser pirsekî derbarê serxwebûna Kurdistanê de Pûtîn got; “Eger mijar serweriya welatekî be, em ê di çarçoveya hiqûqa navdewletî de tevbigerin. Di encamê de dê mafên gelê kurd bên erêkirin. Lê hemû mijarên taybet jî dê bi biryara Iraqê û gelê kurd bên diyarkirin. Em destwerdana karê navxweyî yê Iraqê nakin.”
Pûtîn amaje bi rola kurdan ya di şerê li dijî terorê jî kir û got; “Têkiliyên taybet û dilsozî yên Rûsyayê û kurdan heye. Pêşmergeyên kurd, di mijara tekoşîna li dijî terorîzmê de gelekê bibandor û wêrek in.
rudaw
