• Monday, 23 February 2026
logo

DAIŞiyê filistînî leşkerên Tirkiyê kuştin

Gulan Media December 22, 2016 Nûçe
DAIŞiyê filistînî leşkerên Tirkiyê kuştin
Li derdora herêma El-Babê ya Sûriyê di şerê duh de 14 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 33 birîndar bûn.

Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, DAIŞê bi 3 otomobîlên bombekirî êrişî hêzên Artêşa Tirkiyê li derdora herêma El-Babê kirin.

Rêxistina DAIŞê jî ragihand ku kesê ku êrişa xwekujî encam daye, çekdar wan ê bi navê Usame el Gazzevî yê filistînî ye.

Her duh berî nîvro jî, Artêşa Tirkiyê ragihandibû, ku di pevçûnên li herêma El-Babê de, 4 leşker hatin kuştin û 15 leşker jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyê ew yek jî ragihandibû ku şer û pevçûn li herêma El-Babê bi giranî didome.

Rudaw
Top