Serokwezîrê Tirkiyê terora balyozê rûsî ti bandoreke li peywendiyên me nake
Serokwezîrê Tirkiyê, Binalî Yildirim li Ankarê de di civîna serokên şaxên bajaran yên AKP(Partiya Dad û Geşedan) de axivî û gort:”Êrîşên terorê yên Almaniy û Tirkiyê vê yekê nîşan didin ku ti dewletek li hember terorê e ewle nîne û teror bûye belaya serê hemû cîhanê destnîşan kirina Tirkiyê, weko tenê Tirkiyê mexdûrê bûyerê terorê ye şaşiyeke mezine.
Yildirêm di berdewamiya gotinên xwe de got ku:” Kesên ku bawer dikin ku êrîşên terorî yên Iraqê û Sûriyê tenê bandorê lê Tirkiyê dike şaş in û mijara terorê mijareke cîhaniye û arîşeyan hem cîhanêye û divê civaka navnetewî hemû pêkve bi bê dudilî li hember terorê şer rawestin û helwestên xwe yek bêxin.
