Civata wezîrên herêma Kurdistanê û fraksîyonên Kurdî li Bexda ev biryar da
Piştî bidawî hatina kombûna hikûmetê û fraksîyonên Kurdî, Ebdulsitar Mecîd wezîrê çandinê di hikûmeta herêmê da, bo rojnamevan ragehand : kombûna civata wezîran bi serpereştîya Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêmê û frakisyonên Kurdî, di seqayekê aram da birêveçû û herdû alîyan raportên xwe li dor proje qanûna budcê û maddeyên girêdayî pişka herêmê pêşkêş kirin.
Got jî: herdu alî li ser pêkînana lijneyekê rêkevtin ku ew lijne serdana Bexdayê bike û dîvçûna hemû dahatên herêmê bike.
Wî wezîrê hikûmeta herêmê aşkere jî kir, di kombûnê da biryar hatîye dan, eger Bexda dolarekî jî zêdetir ji dahatê niha yê herêmê bo Kurdistanê bişîne, hikûmet amadeye petrola xwe radest bike û pabendî qanûna budcê bibe.
War,tv
