• Monday, 23 February 2026
logo

PDK: Armanca teqîna Koyê têkdana seqamgiriya Herêma Kurdistanê ye

Gulan Media December 21, 2016 Nûçe
PDK: Armanca teqîna Koyê têkdana seqamgiriya Herêma Kurdistanê ye
Li gor daxuyaniya polîtburoya PDKê ku wêneyekî ji BasNewsê re hatiye rêkirin, bi tundî teqîna şeva borî ya li pêş binkeya HDKê tê şermezar kirin, ku bû sedemê şehîdbûna 7 kesan û hejmarek birîndaran.

Polîtburoya PDKê ragehand: ‘’Em serxweşiyê li kesûkarên şehîdan dikin û hêviya silametiyê bo birîndaran dixwazin. Ew karê nexêrxwaz ku armanca wan tevlihevî û têkdana seqamgirî û aramiya herêma Kurdistanê ye û em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin. Herwaha hevxemê xwîşk û bira û kesûkarên qurbaniyan û tekoşerên HDKê ne û hevîxwazin ji naha û pê de bûyerên waha dûbare nebin û aramiyeke zêdetir û asayîşa her aliyekê parastîtir be.’’

Basnews
Top