Qamişlo – Welatiyekî ji kerba berpirsên PYDê li ber dadgehê agir berda xwe!
Duh li Qamişlo bûyerek sosret qewimî. Welatiyekî, ku tê gotin li dijî berpirsên bajarê Qamişlo doz vekiribû ew bi gendeliyê tohmetbar kiribûn, duh li ber dadgehê agir berda xwe.
Li gorî agahiyan, wî welatiyê Rojava daye zanîn ku bêyî ku tix eta û guneheke wî hebe, hatiye girtin lewma ji kerba agir berdaye xwe.
Derheqê bûyerê de, seroka dadgeha Qamişlo Aynû Paşa derheqê bûyerê de daxuyanî da û got, em nizanin çima wî zilamî agir berdaye xwe lê me derheqê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.
Aynûr Paşa ew kesê ku agir berdaye xwe, bi wê yekê tohmetbar kir ku heqaret li rayedarên dadgehê û hêzên asayişê kiriye.
Basnews
