• Monday, 23 February 2026
logo

Hewlêr: Eger Bexda tenê dolarekê jî zêdetir bide em amadeyê rêkevtinê ne

Gulan Media December 21, 2016 Nûçe
Hewlêr: Eger Bexda tenê dolarekê jî zêdetir bide em amadeyê rêkevtinê ne
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji fraksyonên kurdistanî re ragihandiye, eger Bexda li gorî yasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2017ê, tenê dolarekê zêdetir ji dahata firotina rasterast a petrolê bide Kurdistanê, Hewlêr amade ye ku yasaya bûdceyê cîbicî bike.

Wezîrekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamentereka Kurd a li Bexdayê aşkere kirin, ku di civîna îro ya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fraksyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê de biryar hatiye dan, ku komîteyek were pêkanîn û li her cihekê ku dahateke zêdetir ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bihê, Hewlêr li ser wê rêyê berdewam be.

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Ebdulsetar Mecîd) di daxuynaiyekê de ji Rûdawê re ragihand, fraksyonên kurdistanî û hikûmeta datayên xwe di civînê de pêşkêş kirin û di dawiyê de jî biryar hat dan, ku komîteyek bo pêkanîna lêkolîneke hûr li ser datayên her du aliyan were pêkanîn.

Ebdulsetar Mecîd herwiha da xuyakirin, di civînê de biryar hat dan, li her cihekê ku dolarek zêdetir bikeve destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmet wê rêyê cîbicî bike, heta eger bi cîbicîkirina yasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2017ê jî be.

Seroka Fraksyona Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê, Ala Talebanî jî ragihand: “Di civînê de wan û me jî datayên xwe pêşkêş kir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, eger hikûmeta Bexdayê di yasaya bûdceya sala 2017 a Iraqê de dolarekê zêdetir bide, em amade ne ku rêkevtinê bikin.”

Rudaw
Top