• Monday, 23 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişên terorîstî yên dijî PDK-IRAN şermezar dike

Gulan Media December 21, 2016 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişên terorîstî yên dijî PDK-IRAN şermezar dike
Mixabin şewa 20 ber Çile ya 2016, li dema rêvresma Şewa Yalda, du êrişên terorîstî nêzîk binke yên Deftera Siyasî a PDK-IRANê li bajarê Koye rûdan û bi vê yekê 5 endamên vê partiyê û kadirekê asayişê şehîd bûn û hijmarek jî birîndar bûn.

Em zêdebarê bi tundî şermezar kirina vî êrişa terorîstî û yên ku li pişt vî êrişê ne, sersaxiyê ji malbatên şehîdan dikin û hiviya zû başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.

Em hemû hewl û şiyanên xwe bi kar tînin ji bo vê yekê encamderên vê tawana terorîstî bi yasayî bihên sizadan, tevî ewên ku li pişt vê tawana terorîstî ne. Hewl û pîlanên nexwastî dijî gel û neteweya me rastî şikist û pûçbûne dibin.

Em dubare silavan ji bo canê şehîdan dişînin û hêviya zû başbûne ji bo birîndaran dixwazîn.

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê

21-12- 2016
Top