• Monday, 23 February 2026
logo

Serokê herêma Kurdistanê terorkirina balyozê Rûsyayê şermezar kir

Gulan Media December 21, 2016 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê terorkirina balyozê Rûsyayê şermezar kir
Serokê herêma Kurdistanê li hember terorkirina balyozê Rûsyayê li Tirkîyê pirse û serexweşîyên xwe arasteyî serokê Rûsya kirin û ew kiryare şermezar kir.

Li dûv malperê fermî yê fermangeha peywendîyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê, Felah Mistefa bi nûneratîya Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, serdana konsolgerîya giştîya ya Rûsyayê li herêmê kir û hevxemîya serokê herêma Kurdistanê arasteyî Vîlademêr Putîn serokê Rûsya û wezareta derve û malbata balyozê terorkirî yê Rûsya li Enqereyê kir.

Nûnerê serokê herêmê ,ew tawane bi dijî hemû binemayan navkir û bi tundî îdane kir û got, gelê Kurdistanê bixwe qurbana destê terorê bûye, lew hemû corekê terorê ret dike.

Şevî din Andirî Karlov, balyozê Rûsyayê li Enqere teqe lê hat kirin û ji ber giranîya birîna wî jîyana xwe ji dest da.

War,tv
Top