HDK: Çavkaniya êrîşa ser binkeya me Îran e
Cîgirê sekreterê HDKê Mistefa Mewlûdî îro ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hîn lêkolînên li ser bûyerê berdewamin, lê hin ti encamek nehatiye ragehandin, lê li gor ezmûnên me adres û çavkaniya vê êrîşê Îran e.’’
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir: ‘’HDK tenê dijminekî wê hebe ew jî Îrane, ezmûn û raboriya terorî ya Îranê di nav HDKê de kêm nîne û di raboriyê de bombe danîne, pasên me teqandine û Pêşmerge û endamên me jehrî kirine û bombebaran kiriye, ji bo vê Îran di wî alî de xwedî karîneyeke reş e.’’
Derbarê dem û rewşa teqînê de jî got: ‘’Dijmin dizane şeva yelda ye û xelk dê bicive û xwestiye ji vê sûd verbigre û ev kare kir û ji destpêka sala 1395 a hetawî ango 2016ê ve Îran berdewam bi awayên cuda cuda gef li me dike û ev jî yek ji nimûneyê wan bû.’
Basnews
