DAIŞê êrîşa li Berlînê girte ser xwe
Li gor ajansa Anadoliyê ew kesê Pakistanî ku ji ber buyera li Almanya hatibu bin çav kirin ji ber nebesiya şopê serbest hatiye berdan.
Di daxuyaniya ku ji aliyê dozgerê sereke yê federal de ku lêpirsîn da ye meşandin de tê diyar kirin, kesê ku piştî êrîşa li Berlînê hatiye bin çav kirin, bi fermana dozger serbest hatiye berdan.
Derbarê lêpirsîna kesê ku gumanbar bû hatiye kirin de tê diyar kirin ku heya naha qasî pêwîst agahî ji aliyê wî kesî de hatine girtin lê bes beşdarbuna xwe ya li wê buyerê red kiri ye.
Kesekî Pakistanî ji ber ku piştî teqîna li bazara Noel ya Berlînê de ku 12 kes miribun û 48 kes jî birindar bibun Tıra ku ketibu wê derê ajotibu, hatibu bin çav kirin.
Ji aliyê din ve DAIŞê ev buyer girte ser xwe û berpisyariya xwe ya wê çalakiyê aşkera kir.
Basnews
