2 teqîn li pêş avahiya PDKÎ li Koyê rû dan
Peyamnêrê K24ê diyar kir, birîndar bo nexweşxaneya harwarçûnê ya Koyê hatin veguhastin.
Ew teqîn di demekê de bû, ku rêwresma Şeva Yelda li avahiya Navendî ya PDKÎ ya bi nave (Kelat) naskirî ye birêve diçû.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, teqîn 2 bombe bûne, yek di tenekeya çopê ya li pêş avahiyê de hatiye teqandin, yan duyem jî piştî ku Pêşmerge hatine cihê bûyerê teqiya ye.
Di encama herdu teqînan de 3 kes şehîd bûn û hejmarek birîndar hene.
K24
