Şervanên biyanî hatin desteserkirin
Asayişa Duhokê leşkerê berê yê kanadî Michael Kennedy li gel 2 şervanên alman û 3 şervanên amerîkî desteser kir û şand Hewlêrê.
Her 6 şervan 6 mehan di nav Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de piştre jî ligel hêzên kurdî li Rojavayê Kurdistanê tevlî şerê li hemberî rêxistina DAIŞê bûne.
Asayişa Duhokê ragihand ku vîzeya her 6 şervanên navborî xilas bûye lewma ew hatine desteserkirin. Lê Michael Kennedy vê yekê red dike û îdia dike, ji ber ku “di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de pirsgirêk hene” ew hatine desteserkirin.
Berpirsekî Asayişa Duhokê ku nexwest navê wî bê diyarkirin ji Rûdawê re got, mesele ne siyasî ye û asayişê beriya niha jî hişyarî dane wan kesan ku sînorên Herêma Kurdistanê îhlal kirine.
Michael Kennedy 13 salan li Fermangeha Hêzên Deryayî ya Kanadayê kar kiriye. Çend kesên endamên malbata wî li hemberî rêxistinên îslamê şer kiriye û herwiha birayekî wî li Efxanistanê di operasyonekê li dijî Taliban de jiyana xwe ji dest daye.
Ji ber şerê DAIŞê li Kurdistanê ye
Kennedy derbarê hatina xwe bo Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de wiha dibêje: “Dema ku min dît ev iblîs (DAIŞ) bûna belaya mirovên bêguneh, min biryara xwe ya hatinê da.”
Bi gotina Kennedy wî beriya niha biryar dabû ew vegere welatê û weke xwebexş perwerdeya leşkerî bide hêzên kurdî lê piştre wî ew biryara xwe guhertiye û dibêje: “Dilê min bi vê yekê razî nebû. Min xwest ez li qada şerî bim û di nav Kurdan de çanda kurdî nas bikim. Beriya her tişt min xwest ku ez dîroka tekoşîna vî gelî bizanim.”
Kennd amaje kir ku ew têkoşîna Kurdan weke têkoşîna xwe dibîne û dixwaze ji wî re bibêjin “Şoreş”.
Michael Kennedy wiha got: “Ez fêm nakim, em dibêjin em di cîhanekî modern de dijîn, lê hêj miletek da ku xwe bide nasîn hewl dide,”
Şervanî kanadî di serî de peywendiyê bi hevalekî xwe yê li Silêmaniyê ku di nav tîma tenduristiyê de ye girê dide û piştre tevlî Hêzên Pêşmerge dibe. Piştî mehekê ji Kerkûkê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de cih digre û herî dawîn jî tevlî Yekîneiyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dibe.
Kennedy îdia dike sedama desteserkirina wan tenê ne vîzeye û dibêje: “Kurdan gelek hêzên çekdarî damezrandine. Ev yek jî zerare dide têkoşîn û serxwebûna îlan bikin.”
Kennedy wiha domand: “Ez nehatime vê derê tevlî nakokiyên siyasî yên Kurdan bibim. Ez tenê ji bo alîkariya gelê Kurdistanê û mirovên bêguneh hatime. Lê mixabin me weke kesekî biyanî tevlî siyaseta dikin û em jî mecbûr in ku xwe bidin aliyekê re. Mixabin siyaseta her tişt xirab kiriye.”
Nûnerê Herêma Kurdistanê li Kanada Dindar Zebarî jî ji CBCê re ragihand sedema desteserkirina wan, ew bi awayekê deryasayî ji Sûriyê derbasî Iraq û Herêma Kurdistanê bûne û çûna Şengalê.
2 alman azad bûn
Michael Kennedy da zanîn ku ew hefteyekê li Hewlêrê girtî maye û asayişê dest daniye li ser hinek kelûpelên wî ku bihayê 2 hezar dolarî ye.
Asayişa Hewlêrê jî ragihand lêpirsîn berdewame û dema ku lêpirsîn bidawî bibe dê kelûpelan radestî wî bikin.
Kennedy ji bo Noelê vegeriya Kanadayê û 2 şervanên alman jî hatin berdan lê hêj 3 şervanên amerîkî girtîne.
Rudaw
