Li paytexta Almanya barhilgirekê 12 kes kuştin
Berpirsekê polîsên Berlînê dîyar kir; şofêrek bi trumbêla xwe ya barhilgir ve bi rengekê heremekî çû di nava welatîyan da li bazarekê pir qerebalix li bajêrê Berlîn, paytextê Almanya, trêlê duwazde welatî kuştin û nêzîkî pêncî kesên din birîndar kirin.
Jêderî xuya jî kir; şofêrê barhilgirê li cihê boyerê hatîye girtin, lê hêş zûye ku vê êrîşê bi terorî nav bikin, lê goman ber bi wî alî ve diçin ku şofêrê barhilgirê kesekê tundrew be.
war.tv
